21 Mayıs 2014 Çarşamba

H. Bildirici: “Rêya Bêveger.”


Salih Agir Qoserî

Demeke bûye ku min romana Hasan Bildirici ya bi navê Dönüşü Olmayan Yol wergerandiye Kurdî. Divê ji zû de derketiba, lê ji ber hin sedemên teknîkî, heta nuha ma. Nuha bi kêvxweşî radigihînim ku ev roman bi navê Rêya Bêveger ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve derket. Kesên ku bixwazin, dikarin li Amedê li Pêşangeha Pirtûkên, ji Weşanxaneya Lîsê temîn bikin. Helbet piştî Pêşangeha Pirtûkan jî, hertim mirov dikare li Amedê ji Weşanxaneya Lîsê vê pirtûkê temîm bike.

Dema Tirkîya vê romanê, Dönüşü Olmayan Yol hat nivîsandin, di nav Kurdên Bakur de têra xwe deng da, gelek nirxandin û nîqaş li ser hatin kirin.

Li gel nirxandinên wêjeyî, pirsa ”gelo divê ev roman ji wêjeya Kurdî were hesibandin, an ji wêjeya Tirkî” hate nîqaş kirin. Hin kes di pirsên wanî de ziman tenê weke xaleke dîyarde dibînin û dibêjin berhem bi kîjan zimanî were nivîsandin, divê ew berhem ji wê wêjeyê were hesibandin. Li gorî vê rêbazê divê berhemên Hasan Bildirici di wêjeya Tirkî de werin hesibandin. Lê min bi xwe nedîtîye derûdorên wêjeya Tirkî berhemên Hasan Bildirici di wêjeya Tirkî de hesibandine.

Lê ji bo ku mirov cîyê berhemekê dîyar bike, gelo mirov dikare zimên tenê weke pîvan bigire? Bi raya min herêm, xwezayî, leheng, bûyer û hestên nasnameyî jî xalên girîng in, lewma divê di vê mijarê de rolê van xalan jî hebe.

Her çiqas zimanê vê romanê Tirkî ye jî, navenda bûyeran Kurdistan e û leheng Kurd in. Ya herî girîng di naverokê de hestên Kurdewar û nasnameya Kurdî heye, bûyer bi perspektîfa Kurdan a netewî têne vegotin. Li gel ku hin tiştên di jîyana gerîla de têne rexnekirin, hin caran şêweya tekoşînê, têkilîyên gerîla yên bi gel re, têkilîyên evînî yên di navbêra gerîlayên jin û mêr de têne nîqaş kirin jî, di navenda van rexneyan de pîvana ku nayê guhertin, nasname û hestên Kurdî, yên netewî ne.

Di vê babetê de nerîna nivîskarê berhemê bi xwe jî girîng e. Gelo nivîskar bi xwe, xwe ayidî kîderê dibîne û berhemên xwe ayidî kîjan wêjeyê dihesibîne?

Hasan Bildirici xwe weke nivîskarekî Kurdistanê dibîne û berhemên xwe di nav wêjeya Kurdistanê dihesibîne. Lew Bildirici hêza xwe ji civaka Kurdistanê distîne, berhemên xwe bi hêza civaka Kurdistanê xwedî dike. Di berhemên wî de herêm Kurdistan e, leheng Kurd in û hemû tişt bi perspektîfeke Kurdewar tê nirxandin.

Di vê mijarê de Bildirici bi xwe dibje ”Xwezî min bi Kurdî zanîba û ji bo ku berhemên min ji wêjeya Kurdistanê werin hesibandin, ez mejbûr nebama, neketama helwesteke taybet da ku berhemên min ji wêjeya Kurdistanê werin hesibandin.”

Nuha, êdî ji bo wî fêrbûna Kurdî û nivîsandina bi Kurdî zahmet e; hetta mirov dikare bêje êdî ne mumkun e jî. Lê em dikarin berhemên wî wergerînin Kurdî û bibin wesîle ku li temama Kurdistanê belav bibin û hemû Kurd bikaribin bixwînin. Lewma me Dönüşü Olmayan Yol wergerand Kurdî.

Hasan Bildirici zimanê Tirkî baş bikar tîne, rista romanên xwe bi pisporî ava dike. Pêvajoya bûyeran bi awayekî herikbar û heyecan dimeşîne, lehengên xwe, li gorî paşeroja wan î civakî û asta wan î ronakbîrî baş diafirîne.

Weke ku em dizanin, ji redaktorî, heta çapkirin û belavkirinê, Hasan Bildirici bi tena serê xwe hemû karên berhemên xwe dike. Li gel hemû van derfetên kêm, dîsa jî berhemên giranbuha diafirîne.

Helbet wergera berhemên wanî, ne karekî hêsan e. Di navbêra nivîsandin û wergerandina romanekê de cûdahîyên girîng hene. Di nivîsandina romanê de, nivîskar di avakirina hevokên xwe de, di afrirandina lehengan, pêvajoya bûyeran û hwd. de azad e. Çi binivîse, ya rast ew e. Lê mirov di wergerê de hewqas nerehet e, ne azad e, mirov çi binivîse ya rast ne ew e, mirov nikare li gorî dilê xwe binivîse. Divê mirov di hundurê sînorên ku hatine danîn de, fikir û peyamên ku hatine dayin karê xwe bike. Ne mirov dikare tiştekî jê kêm bike û ne jî lê zêde bike; divê mirov wateya hevokê neguhere, peyama ku tê dayin dijwar an jî qels neke. Mirov mejbûr e di hundur labîrenta pergala ku hatîye danîn de tevbigere. Hin caran mirov bi saetan li gotinekê, bi rojan li hevokekê disekine. Dema ku mirov gotina li gorî dilê xwe nabîne, hevoka li gorî dilê xwe ava nake, mirov aciz dibe, ditengije û hêrs jî dibe. Mirov xwe his dike, weke ku mirov di hundurê cilên teng de beşdarî pêşbazîyekê bibe.

Lêbelê girîngîya karê mirov, barê mirov sibik dike. Cidîyet, têgihîştin û pisporîya mirov, kalîteyê karê mirov dîyar dike. Her wiha biserkeftina karên mirov jî, mirov bextewar dike.

Dema ku min cara yekemîn Tirkîya vê romanê xwend, yekser fikra wergera wê ya Kurdî kete bala min. Lew bi xwendina wan hevokan, ez bi xwe çûm derûdora Bahra Wanê, ew berf û bahozên serê çîyayên Kurdistanê di dilê min de li hevdû ketin, ez bi xwe bûm hevparê êş, azar û tekoşîna ciwanên Kurdan. Wê gavê tiştê ku min weke deyn li ser xwe ferz dît, wergera wê ya Kurdî bû. Bi wergera wê ya Kurdî û bi vî awayî belavkirina wê li Kurdistanê, min ê deynê xwe bida.

Di wergerê de karê min giran bû. Min ê evîn û hisretên dilê Haydar û Sarya bi Kurdî vegota, min ê êş û azara wan a li serê çîyayên Kurdistanê bi Kurdî ragihanda gelê Kurd. Min di her gotin û hevokê de, evîna Haydar û Sarya û tekoşîna ciwanên Kurd li ser milên xwe weke barekî dît, bi hesasîyet û cidîyet min hewl da ku evîna dilê wan a paqij neêşînim û tekoşîna wan a pîroz ji wateya wê bi dûr nexim.

Min xwest qîrîn û hawara tekoşerên can feda, yên bi salan li ser çîyayên Kurdistanê, bigihînim we xwendekaran û vê qîrîn û hawarê di rûpelên dîroka wêjeya Kurdî de bi cî bikim. Heger ku min gazî û hawara wan gîhandibe we û hinekî jî dilê we hejandibe, ez di vî warî de gîhaştime armanca xwe.

Kaynak: Rojeva Kurdistan


Hiç yorum yok: